ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Parêzvanê Mafên Mirovan ê Elman Tim Engels, rola Rêberê Gelê Kurd şiband rola Mandela, Adams, Arafat, Otegi û Puigdemon û got, "Azadiya Abdullah Ocalan wê ji bo gelan aştî û azadiyê bîne."

Rêxistinên civakî yên demokratîk ên li Swêdê nerazîbûn nîşanî cezakirina Rahîp Aho (Sefer Bîleçen) dan û Parlamenterê Partiya Lîberal Robert Hannah jî mijar xist rojeva parlamentê.

Hevşaredara Nisêbînê û Parêzer Semîre Nergîz a destnîşan kir ku Peymana Stenbolê nexşereyeke têkoşînê ye ya li dijî tundiya li jinan tê kirine. Semîre Nergîz diyar kir ku ew betalkirina peymanê qebûl nakin.

Girtiya nexweş Fatma Tokmak diyar kir ku bi şewbê re li Girtîgeha Bakirkoyê zext û pêkanînên kêfî zêde bûne.

Şîrketa medîkal a bi navê Koelis ku li bajarê Grenoble yê Fransayê kar dike, ji bo dermankirina kansera prostat teknîkeke nû diceribîne.