ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Mijdara 2019'an.

Rewşa dawî ya dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bê şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê werin şopandin.

Dozgera berê ya DCN Del Ponte diyar kir ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê sûcê şer kiriye û got, ji bo darizandinê pêwîstî bi destûra KENY heye. Del Ponte pratîka NY a der barê Sûriyeyê rexne kir û got, "Serketin nîne, xiyanet û sûcê şer ê li dijî Kurdan heye."

Şêniyên Dirbesiyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan û nerazîbûn nîşanî Serokê DYE'yê Trump da ku Serokkomarê Tirk ê ku sûcên şer kiriye û piştgiriyê dide DAÎŞ'ê kiriye mêvanê xwe.

Hevserokê Lîsteya Tifaqên Kurdistanî Aburehman Mistefa ragihand ku wê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên li Iraqê bibin û got, bi vî rengî wê bi ser bikevin.

Kendal Sûrûç (Mehmet Kaya) ku di 25'ê Tebaxa 2019'an de li Heftanînê şehîd bû, mîna jiyaa xwe di têkoşîna xwe de jî ji fedayîtiyê tawîz neda.