ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Çalakiya rûniştinê ya TJK-E û KCDK-E'yê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê şopandin ku çalakî bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.

WHO ku divê derziya dijî Covîd-19 bi rengekî wekhev li tevahiya Sûriyeyê belav bike, ewilî da herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Eşkere bû ku soza WHO'yê ji bo derziyê daye Rêveberiya Xweser bi cih neaniye.

Rûken destnîşan kir, ku li dijî êrişên dewleta Tirk divê Kurd û hêzên demokrasiyê hemû bibin yek û got, "Yekîtî nebe wê şer her kesî bişewitîne. Ji ber vê yekê divê hêzên demokratîk li ber operasyonan rabin, helwestê nîşan bidin."

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Rojevîn diyar kir ku gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li dewleta Tirk dixin û got, "Dijmin çi dike bila bike wê nikaribe bi hêsanî li qadên me bi cih bibe. Bixwaze bi pêş ve bê, wê li berxwedaneke mezin rast bê."

Ji Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê Mehmet Acettîn anî ziman ku girtî dixwazin tecrîd bê rakirin û got, "Bi biryar in ku heta ev daxwaza wan a rewa bi cih neyê anîn greva birçîbûnê bi dawî nekin."

Azerbaycanê bi binpêkirina agirbesta bi Ermenistanê re dest bi dagirkirina xakê kir. Fransayê têkildarî mijarê banga 'vekişînê' kir, DYE'yê jî ragihand ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin.

Li Myanmarê ku bi mehan e di bin zexta cûnta leşkerî de ye, parçebûna li nava oldaran dibe sedem ku derbasbûna li nava demokrasiyê zehmet be.

Gelê Kolombiyayê ku bi çend hefte ne li dijî hikumetê li ber xwe dide, dixwaze ku polîsên bi dehan kes qetil kirine bê reformekirin.