ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Tîrmeha 2020'an.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Têkoşîna li dijî faşîzmê bêberdêl nabe.  Faşîzm li her cihî dixwaze bi tirsê bi rê ve bibe. Hêzên demokrasiyê dema ku bêtirs bi ser faşîzmê ve çûn, hingî wê faşîzm têk biçe. Faşîzma AKP-MHP'ê bêhêz e. Dema ku tifaqa demokrasiyê hate afirandin û têkoşîn hate geşkirin wê dawî li vê desthilatdariyê bê."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk di salvegera 38'an de Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê nirxand.

Îlham Ehmed diyar kir, komkujiya ku dewleta Tirk kir konseptek ji êrişên qirkirinê ye û got, "Dewleta Tirk dixwaze temamiya Kobanê dagir bike, lê belê ji ber ku nikare vê bike li hin deveran êrişê dibe ser mirovên pêşeng."

Di Cenga Heftanînê de yên destpêkê ketin hembêza xakê, xeta berxwedanê nîşan dan. Her kesî dît ku serketin bi çi rengî pêk tê. Cenga Heftanînê mehekê tijî dike û her tişt nû dest pê dike. Dor hatiye şerê bi rêbaza Sparta.

Rojnamevanên ku li Heftanînê nûçeyan dişopînin, bûyerên li eniyê, berxwedana gerîla her roj bi nûçeyeke nû ji civakê re radigihînin.

Zanîngeha Rojava ku xwe ji bo saleke nû ya kademîk amade dike, banga piştgiriyê li civata akademîk kir.

Di hilbijartinên tûra duyemîn ên Serokkomariya Polonyayê de Dûda 50.4 ji sedî, hevrikê wî Trzaskowskî jî 49.6 ji sedî yê dengan wergirt.