ROJEVA 13'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Sibata 2020'an.

Serçeteyê nû yê DAÎŞ'ê Mûhammed Abdûrrahman El Mevla El Selbî saleke li Dîlok û Enqereyê di bin kontrola MÎT'ê de ye.

Komploya sed salî - II -PKK'ê xewn û xeyala komplogeran şikand, planên wan têk bir û nîşan da ku nikarin Rojhilata Navîn li gorî dilê xwe êdî dîzayn bikin û Kurd aktorekî girîng e.

Fermandarên HPG'ê Orhan Jêhat û Fîraz Serhad diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî tevahiya cîhanê têdikoşe û got, "Em ê hêviya dijmin pûç bikin."

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ebdulxenî Oso yek ji wan kesan e ku li Lubnan û Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît. Oso destnîşan kir ku parêznameyên Ocalan ên ji 5 bergan nexşeya çareseriya pirsgirêkên herêmê ye.

Li tevahiya dinyayê destavêtin û tundî li zêdeyî milyarek jinan hate kirin. Li hemberî vê tundiyê jin naxwazin pasîf bin. Kampanya One Bîllîon Rîsîng (Milyarek radibin ser piyan) bang li jinan kir ku 14'ê Sibatê rabin ser piyan.

Enternasyonalîstên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, di roja duyemîn a çalakiyê de li Metzê stran gotin û govend gerandin.

Dayika Fatma Taşli ya 53 salî hê zarok bûye dest bi xwendina helbestan dike. Qet helbest nenvîsiye, piştî kurê wê yê gerîla dibêje ‘Dayê tu hêj helbestan dixwînî?’ bersiva erê didê û li ser daxwaza kurê xwe dest bi nivîsandina helbestan dike û dibêje "Helbest nasname û eynika civakê ye."