ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê di hefteya 460'î de ye. Koma ji bajarên Mannheim û Saarbruckenê yên Elmanyayê nobedarên vê hefteyê ne.

Endama TAJÊ Zehrê Şemo destnîşan kir ku bêyî destûr û erêkirina civaka Êzidî ew ê ti peymaneke li ser Şengalê qebûl nekin û got, "Ji niha û pê ve em ê serî li ber kesî netewînin."

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Destîna Yildiz ragihand ku daxawza girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi axaftineke bi telefonê ya ji 4 deqeyan nikare bê nixumandin û got, "Beriya ku dereng bibe divê gav bê avêtin."

Wekîlên HDP'ê Dilşad Cambaz û Huda Kaya bêdengiya muxalefetê ya li pêşberî zilma desthilatdariyê rexne kirin û gotin, ev berpirsyarî ne tenê ya HDP'iyan e, berpirsyarî ya her beşên civakê ye.

Avareş Tolhildan ku li ber zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd rabû û tevlî nava refên gerîla bû, 30'ê Gulana 2020'î tevî 3 hevrêyên xwe şehîd bû. Avareş bû gerîlayeke serhildêr a Botanê li dilê Xakurkê.

Kanada ku bi salan e teknolojiya çekê difiroşe dewleta Tirk, bi hinceta ku li Qerebaxê ew çek bi kar aniye, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê betal kir.

Rêxistinên hawirdorparêz ên cîhanê diyar kirin, ji ber ku şîrketên ragihandina deryayî ya navneteweyî bi têrkerî nayên kontrolkirin, bi deh hezaran konteynirên madeyên neçê tê de ne, dikevin nava okyanûsan û avê diherimînin.

Hikumeta Belarûsê, bi hinceta ku piştgiriyê dide muxalefetê, qedexe kir ku qenala Euronewsê li welêt weşanê bike.