ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû tevlî bernameya 'Xwebûn' a JIN TV bû û têkildarî xwezaya jinê bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Ji beşdarên Şoreşa Rojava Henîfe Mihemed got, "Jin a ku ji aliyê mejiyê baviksalar ve hate binpêkirin û parçekirin, bi paradîgmaya Rêber Apo tehma azadiyê kir."

Di hilbijartinên pêşwext ên Fransayê de Eniya Gel a Nû bû yekemîn. Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat encamên hilbijartinê nirxand.

Fermandarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Alî Kanîroj û Xemgîn Amed, Helgûrt Bagok ji aliyê hevrêyên xwe ve hatin bîranîn.

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz got, "Desthilatdarî hewl dide bi destê Hîzbûlkontra zextê li jin û civakê bike. Vekirina deriyê Meclîsê li Hîzbûllahê gava destpêkê ya vê pêvajoyê bû."