ROJEVA 12'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglû got, tecrîda li Îmraliyê li her qada jiyanê belav bûye û destnîşan kir ku bi siyaseta rêya sêyemîn tecrîd dikare bê şikandin.

Hîndekara Zanîngeha Readingê Dr. Deepa Driver bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê rexne kir û got, "Li Îmraliyê ne tenê hewl tê dayin ku rêberek bi saxî bê veşartin, di heman demê de li pêş çavên cîhanê edalet tê tinekirin."

Kurdên ku bi hêviyên mezin koçî Elmanyayê kirin, li nêzîkatiyên dijminane rast hatin. Kurdên ku xwe gihandina Elmanyayê jî bûn hedefa saziyên dewletê û komên din ên koçber.