ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Dewleta Tirk sala 2005'an 'Rejîma Înfazê ya bi Ewlekariya Bilind a Girankirî' ava kir. Êşkence û tecrîd kete dewrê. Ev rejîma ku heta mirinê dihate ferzkirin, korîdoreke mirinê bû.
'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, 434 hefte ne dewam dike.
Egîd Baran li ber zilma dewleta Tirk rabû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Malbata wî yek ji wan e ku desthilatdariya Tirk ew li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daye rûniştandin. Egîd bang li malbata xwe kir: "Nekevin xefikê; biçin ji bo aştiyê li ber avahiya AKP'ê rûnên."
Li Brezîlyayê ku bi serokdewletiya Jaîr Bolsonaro re hîn bêhtir mirovan rahiştin çekê, balkêş e ku rêjeya sûc jî zêde bûye.
Di bîra min de hîn ew gerîlayê bedew heye ku şikur ji wê kêliyê û baranê re dikir. Gelo kî dikare van her du rastiyan ji hev qut bike. Kê ev hişmendiya dîrokê da wan? Kê kir ku ji vê xakê hez bikin û baweriya bi azadiyê da wan
Li gorî anketa saziya lêkolînê Kantar ku ji bo rojnameya Bîld Zeîtûngê çê kir, partiyên yekîtiya xiristiyan ên li desthilatdariyê (CDU/CSU) popularîteya ku di têkoşîna dijî şewba Covîd-19 de bi dest xistibûn, winda dikin.