ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Hêviya herî mezin a gelê Başûrê Kurdistanê ew e ku gerîla di vî şerî de bi ser bikeve.

Ji damezrînerên Mala Jinê ya li Amûdê Hamdiye Abdullah got, "Jineke bêyî xweparastinê nikare destketiyên xwe biparêze. Her ku xweparastin bê xurtkirin, azadiya me jî wê misoger bibe."

Berdevka Komîteya Rêbertî ya Helebê Emnê Xidro got, "Projeya neteweya demokratîk a xwe dispêre felsefeya Rêbertî, berê civakê dide aştiyeke li ser bingeha yekîtiya gelan."