ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Emîne Şenyaşar ku 34 roj in ji bo edaletê li ber xwe dide, wiha axivî: "Yên ku em qetil kirin hîn jî li ber dikana me digerin û ji bo careke din êriş bikin li firsendê digerin. Em ji bo gilîkirinê diçin dozgeriyê, lê me diqewirînin. Êdî bes e, ji ber vê zilm, zordarî giriyê çavên me ziwa bûn, hêsir nema dibarin. Ev çi pergal û feraseta edaletê ye? Çima kes bi qîrîna me nahese?"

Ji Rizgariya Jinê Nûpelda Çelîk bal kişand ser êrişên dewletê yên li ser sazî û destketiyên jinan û got, "Mafê qesrê nîne ku li ser destketî û jiyana jinan hikum bide."

Mîmar Şerefxan Aydin polîtîkaya talanê ya li ser navçeya Sûrê û Bexçeyên Hewselê yên Amedê nirxand û got, "Divê êrişên tên kirin weke hewldanek ji bo tunekirina aborî, polîtîk û bîra herêmê bê nirxandin."

Li Fransayê ku qanûna ji bo têkoşîna li dijî germahiya global tê nîqaşkirin, xala ku seferên balafiran ên nava hin bajaran qedexe dike, hate qebûlkirin.

Li Nîjeryayê ku timî bi êrişên çeteyên Boko Haram di rojevê de ye, tê gotin ku çeteyan niha jî gelek zarok qetil kirine.