ROJEVA 11'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Hezîrana 2019'an.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, êrîşa dewleta Tirk a li Xakurkê piralî ye û destnîşan kir, dewleta Tirk ji Efrînê heta Xakurkê dixwaze herêmê dagir bike. Kalkan hişyarî û bangeke girîng li hêzên Kurdan kir.

- Reşat Ozdîl ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li rojiya mirinê anî, diyar kir ku sekna li dijî tecrîdê ji bo wan perwerdekar bû û got, têkoşîn wê bidome.

- Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re" ku 7 sal in li Strasbourgê didome, hunermendên TEV-ÇAND'ê ne.

- Der barê qedexekirina saziyên Kurdan Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîkê de hikumeta Merkel bersiveke sosret da û diyar kir, "PKK çand û muzîka Kurd ji bo qezenca xwe bi kar tîne."

- Ji 300 kesên ji bo li Midûriyeta Herêmê ya TEÎAŞ'ê ya Wanê kar bikin serlêdan kirin, 17 ji wan serlêdana wan hate qebûlkirin. Eşkere bû ku kesên serlêdana wan hate qebûlkirin bi torpîla Serokê AKP'ê yê Bajêr Kayhan Turkmenoglû û Parlamenter Osman Gulaçar tevlî kar bûne.

- Li Nîkaragûayê, kesên ku pêşengî ji protestoyên tund ên li dijî hikumeta sosyalîst dikirin di nav de gelek girtiyên siyasî bi navê 'pêkhatina lihevkirina civakî' hatin berdan.

- Bi îstifaya Theresa May re, ji bo lîderiya Partiya Mûxafazakar û wezîfeya Serokwezaretiyê gelek namzet diyar bûn, lê Boris Johnson weke namzetê herî xurt tê dîtin.

- Li Kongoyê ku bi mehan e şewba ebola rê li ber pirsgirêkên giran vekiriye, niha jî şewba sorikê belav bûye û ji bo parastina bi milyonan zarokî ji vê nexweşiyê kampanya derzîkirinê dest pê kir.