ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê bibûya yek ji aktorên sereke yê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengê korsanî hate revandin û li Îmraliyê dîl tê girtin.

Parêzer Serbay Koklu gotina "Îmrali, laboratûwara zext û demokrasiyê ye" ya heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî bi bîr xist û got, sîstema Îmraliyê qada têkoşîna navbera şer û aştiyê ye.

Şervana YPJ'ê Destan Ararat ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 9'ê Cotmeha 2019'an tevlî şerê li Serêkaniyê bû got, "Em ê tola şehîd û gelê xwe yê Rojava hilînin. Çi dibe bila bibe, têkoşîna me wê bi azadiyê bi encam bibe."

Şervan û Fermandarên YPJ'ê diyar kirin ku israra wan a zadiyê û çanda berxwedanê wê dawî li komployê, tecrîdê û dagirkeriyê bîne.

Di demekê de ku berpirsyarî û nêzîkatiya li dijî zerarên berhemên ku genetîka wan hatine guhertin zêde bûye, Arjantîn amadekariyan dike ku yekemîn cûreyê genim ê bi vî rengî bifiroşe.