ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku divê têkoşîn li ser bingeha tundiya şoreşgerî bê meşandin û got, "Divê hemû qadan bikin qadên şerê antîfaşîst û berxwedanê. Hêzên şoreşger û demokratîk divê têkoşînê hîn radîkal bikin."

Şevîn Mihemed bi Şoreşa Rojava re xwe ji xweliya xwe afirand. Bi jinan xurt bû û ji bo jin bibin xwedî serxwebûna aboriyê proje afirand.