ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Çend ji sernavên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Aktîvîsta TJA'yê Esma Efeturk diyar kir ku di sala 2020'î de tundî û kuştina jinê zêdetir bûn û ji bo têkbirina êrişan, banga mezinkirina yekîtî û hevgirtinê kir.

Berdevkê HDP'ê yê Washîngtonê Gîran Ozcan got, piştî têkçûna li Georgîayê ji bo Komargeran qadeke muxalefetê nema ye û diyar kir ku xwepêşandanên bi vî rengî yên rastgiriyê dikarin zêde bibin.

Ji penaberên ku li Bosnayê di dawiya meha Kanûnê de kampa le diman şewitîn, hîn jî bi sedan penaberan di nava şert û mercên giran ê zivistanê de bêkon in.

Li eyaleta Maharashtra ya Hindistanê agir bi nexweşxaneyekê ket û 10 pitikên ji çend rojî heta sê mehî jiyana xwe ji dest dan. Sedema şewatê hîn nayê zanîn.

Li Spanyayê ji ber berfê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.