ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Divê gelê Kurd bi ruhê seferberiyê tevlî pêngava şoreşgerî bibe. Gelê Kurd ji berxwedana gerîla sûdê werbigire. Em azadiya xdwe misoger bikin. Em vî şerî li hemû bajaran belav bikin."

- Gerîlaya YJA Starê Delal Nûda Avet di roja 7'an a berxwedanê de li Şikefta Birîndara bal kişand ser amadekariya gerîla û armanca serketinê. Delal Nûda Avet got, "Em ê careke din serketina Kurdan, serketina PKK'ê li dîrokê bineqişînin."

- Gerîlaya YJA Starê Sara Ronahî û gerîlayê HPG'ê Berxwedan Heftanîn destnîşan kirin ku ew xeta fedaî ya Şehîd Zîlan ji xwe re dikin esas û gotin, Zîlan bi çalakiya xwe bû pêşeng ji jinan re.

- Nivîskarê Kerkûkî Ferman Hîdayet bal kişand ser girîngiya kampanya 'Edalet ji bo Kurdan' û got, "Delweta Tirk li herêmê hêlîna perwerdekirina komên terorîst e."

- Newaya Jin bi nirxandinên rojane, roportaj û mijarên çand û hunerê hejmara xwe ya nû weşand.