ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Hezîrana 2020'an.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku piştî Pêngava 15'ê Tebaxê pêngava herî girîng Pêngava 1'ê Hezîranê ye û got, "Di sala 17'an a Pêngava 1'ê Hezîranê de ev şer wê hîn bi xurtî bidome."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat destnîşan kir ku mûxalefeta demokratîk divê biherike qad û kolanan û got, têkoşîna li dijî faşîzmê divê li kolanan/qadan bê meşandin.

Koordînasyona KJK'ê nerazîbûn nîşanî kuştina Georges Floyd da û diyar kir, "Kuştina Floyd divê weke beşek ji şerê dewletekê ya li dijî civakê bê dîtin."

Girtiyê nexweş Vefa Kartal di 30'ê Gulana 2020'an de li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Kartal diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê ji bo berdana wî 23 caran serî li Wezareta Edaletê dane.

Rojnameya jinan Newaya Jin hejmara xwe ya 183'emîn bi manşeta "Desthilatdariya nebaşiyê li ser kar e" weşand.

Par li gelek deverên cîhanê tevgerên mezin ên gel pêk hatin. Tevdîrên mayina li malê yên ji ber Covîd-19 çalakî asteng kirin, lê belê ji nû ve dest pê kirin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp, tevgera çep a radîkal "Antîfa" ji bûyerên piştî qetilkirina George Floyd rû da berpirsyar nîşan da û diyar kir ku wê Antîfayê bixe lîsteya rêxistinên terorîst.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku hikûmeta AKP’ê weke sivîl xuya dike, lê tenê dikare bi hêzên zorê li ser piyan bimîne û got: "AKP û dewleta kûr hatin cem hev û rejîmeke nû ava kirin."