ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'AN

Xalên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê…

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û geşedanên têkildarî wê Wê bên şopandin.

- Demhat Derwêş beriya şehadeta xwe wiha got: “Ez weke gerîlayekî bi kêfxweşî canê xwe ji bo gelê xwe feda dikim. Bê dudilî... Em li ser gotina xwe ne.”

- Dîmenê leşkerên Tirk ên ziravqetî bûne û ketine rewşekê ku bi saetan nikarin serê xwe rakin, ji aliyê gerîlayan ve hate tomarkirin.

- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Zêrîn Rûken, anî ziman ku kevneşopiya berxwedanê ya Şehîd Zîlan îro li Zap, Avaşîn û Metîna berdewam dike û got, "Rastiya Zîlan ew qasê mezin e ku tenê weke çalakiya fedaî ya serketî nikare bê nirxandin."

- Gerîlayên YJA Starê Ekîn Van û Şayan Botan diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi xeta berxwedanê ya şehîd Zîlan li ber xwe didin.

- Derket holê ku vê carê jî hevdîtina malbatên 16 rojnamevanên Kurd ên bi awayekî derhiqûqî hatin destgîrkirin, bi awayekî keyfî tên astengkirin. Hevjîna Rojnamevan Azîz Oruç Hulya Oruç bal kişande ser wê yekê ku tenê 20 deqeyan dikarin bi rojnamevenan re hevdîtinê bikin.

- Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan got, "Hilweşîneke mezin a aborî, siyasî û civakî heye. Ger civak û muxalefet baş birêxistin bibin, şansê neçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê nîne.”

- Li gundê Konalga yê Şaxê cerdevanên ku berê çavê xwe berdidan xaniyên gel û dixwestin ku gel gundê xwe vala bikin, niha jî zozanên xelkê bihost bi bihost firotin cerdevanên Şirnexê. gundiyên mexdûr xwe amade dikin ku serî li edliyeyê bidin.