ROJEV 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.

Çalakiya Nobetê ya li ber KE'yê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heftiya 423'yan de, bi koma ku ji Hollanda hatî didome..

Avesta:Vegera li xaka xwe, vegera li xwe, li ol, bawerî, çanda xwe û nirxê xwe ye. Ji bo vê, vegera gelê me,yên ku ji kampên Başûr û cihên din berê xwe Şengalê pir bimane ye. Helbet tenê veger têrên ake. Divê kesên ku vedigerin bi her hawî rêxistiniya xwe bikin.

Di şerê nêzî 40 salî de yê li Kurdistanê , çi gerîla çi jî gelek jin û zarokên sivîl bin, hêzên dewletê destdirêjî li wan kirine û dest avêtine wan. Necezakirina berpirsên dewletê, sekna li pişt destdirêjkaran, bi pegalî ye.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn destnîşan kir ku Peymana Stenbolê ji bo jinan peymaneke tevî tundî û qetilkirinê ku bi xwîna xwe dest xistî mîna destûrekî bingehîn e, qet dev ji vê peyamanê bernadin.

Gerîlayê HPG’ê Orhan Botan ê gerîlayên di Cenga Heftanînê de şehîd bûyî vegot; ‘Em çiqasî qala berxwedana wan jî bikin wê kêm be. Çawa ku dijmin nekarî leşkeran dane Xantûrê û pir tengijî ev bi saya berxwedana wan bû.

Jinên DAÎŞ’î yên ku hewl dan ji Kampa Holê birevin hevkariya ÎHH-Tirkiye-SMO û DAÎŞ’ê kifş kir.

Di derbarê çeteyekî DAÎŞ’ê de ku li Rojava li dijî mirovahiyê sûc kiriye, hat ragihandin ku li Fransayê ji ber ku sûcê qirkirinê kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin.