ROJEV 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, got divê tecawiza bi destê çawişên pispor ên li Şirnex, Êlihê ya li ser jinên Kkurd jî divê têkilî dîroka komkuj-tecawizkar were nirxandin.

Parêzer Hatîce Demîr li ser qetlîamên li jinan û Peymana Stenbolê got: “Îhtimala Tirkiye ya ji Peymana Stenbolê derketin wê bê wateya ku cudabûna ji nirxên hemdem ên cîhanê û rewakirina şideta li jin û zarokan.”

AKP bêyî ku haya wan jê hebe li Erdîşê bi hezaran kes kirin endam. Erdîşiyan ji bo ku bêyî daxwaza wan ew kirine endam helwest nîşan dan, gotin ew ê gilih bikin.

Zextên li ser girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê didome. Girtiyên nexweş ên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan nabin nexweşxanê.

Derkete holê ku li bi taybetî li Karolîna ya Bakur ya DYE'ye di navbeyna salên 1929-1974'an de polîtîkaya eqîmkirinê li ser siyahiyan kirine. Di lêkolînê de ya li ser mijarê ev rewş were qirkirinê hate dîtin.