ROJEV 26'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.

-Ebrû Gunay a HDP’î diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd û muxalîfa civakî di tecrîdê de ye, bal kişand ku partiya wan li dijî tecrîdê tim di nava têkoşînê de ye.

-Yek ji Fermandarê HPG'ê Êrsî rûdanên mehekê yên berxwedana Heftanînê ku 16'ê Hezîranê bi êrîşeke berfireh dest pê kirî ji ANF'ê re vegot. Êrsî got plana dagirkirinê bi berxwedana dîrokî ya Heftanînê hatiye pûçkirin û got, ''Gerîla dersa mêtingeran da wan.''

-Gerîlaya YJA Starê Silav Firat a qala birayê xwe yê Şehîd Firat Kurdistan kir got: “Weke hevrêyekî Şehîd Firat ji bo bicihanîna xeyal û armancên wî ez ê têbikoşim.

-Gerîlayên YJA Starê Axîn Gabar û Zîlan Van ku di nav berxwedana Heftanînê de cih girtin gotin her çi dibe bila bibe ew ê dev ji doza xwe neqerin û ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.