ROJEV 25'Ê NÎSANA 2020

Serenavên ku li Kurdistanê, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.

-Wekîla Şirnexê ya HDP'ê Nûran Imîr got li gel desthilatdarê jî gel divê li dijî pandemiya Covîd-19'ê xwe sist neke.

-Wekîlê Îdirê yê HDP'ê Habîb Eksîk got HES'a ku li ser çemê Arasê hatiye çêkirin wê deşta Îdirê ziwa bike, kesên ku bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara xwe dikin mexdûr bike.

-Yek ji damezînerê Komeleya Hiqûqnasên Hevçax Husnû Ondul got daneyên derbarê Covîd-19'ê yên li Tirkiyê ne şefaf in, tendiristiya gel mafekî mirovî ye.

-Hate ragihandin li gel ku li derveyî Pergala Rojê ne jî gelek cism hene ku li li nav pergalê heme bi rasthatinî digerin.

-Zanyarên Çînî ragihandin wan jelek hilberandine ku hem nahêle telefonên biaqil germ bibin û hem jî ji vê germahiyê elektirîkê hildiberîne.

-Li Belçîkayê ku ji 17'ê Adarê û vir be sînordarkirina derketina derve heye qonax bi qona heta bi 11 û 18'ê Gulanê hatine dirêjkirin.