MOSKOWA
Li paytexta Rûsya Moskowayê, Kurd li ber Mala Kurdan li hev civiyan û rojbûna 72'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Seroka Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) Culiyeta Aram daxuyanî da û diyar kir ku rojbûna Ocalan ji bo tevahiya gelê Kurd roja jinûve vejînê ye.
Culiyeta Aram got, "4'ê Nîsanê rojbûna mirovê nû, felsefeya azadiyê, fikrê azad û mirovê azad e. Dewleta Tirk a faşîst nêzî sed sal in li dijî gelê Kurd polîtîkaya înkar û tunekirinê meşand. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de jî xwest gelê Kurd tune bike. Bi vê armancê tecrîd tê şidandin."
Culiyeta Aram destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo nasname, hebûn û azadiya xwe xwedî li rêveberê xwe derdikeve û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, Kurd azad nabin.
Di dawiya daxuyaniyê de li ber stran û muzîkê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hate pîrozkirin.
TAMBOV
Kurdên li herêma Tambovê jî li bajarê Mîçûrînskê bi şahiyekê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Kurdên li bajarê Mîçûrînskê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlê daran çandin.
Di dawiya çalakiyê de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li hewşa mala Kurdan şitlê daran hatin çandin.