Rojavayê Kurdistanê di Parlementoya Swêdê de ye
Rojavayê Kurdistanê di Parlementoya Swêdê de ye
Rojavayê Kurdistanê di Parlementoya Swêdê de ye
Parlementerê Partiya Çepgir a Swêdê Jacob Johnson rewşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşniyarpirseke nivîskî anî rojeva Parlementoya Swêdê û ji Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt pirsa “Gelo ji bo alîkariya pêwîst a ji bo gelê Kurd hûn ê çi bikin” pirsî.
Johnson bi bîr xist ku her çendî Kurd nebûne aliyek ji şerê di navbera rejîma Esad û muxalîfande, lê Kurd bi awayeke nerênî ji şer bandor dibin û bal kişand ku li herêmê pirsgirêka xurek û petorlê heye.Parlementerê Swêdî bi bîr xist ku alîkariya mirovahî nagihe wir.
Her wiha tê bibîrxistin ku dewlet Tirk ku sînorê wê yê herî dirêj bi Sûriyeyê re ye, gihiştina alîkariya mirovahî lawaz dike û xwest ku alîkariya ku cîhan ji Sûriyeyê re dişîne, bigihe herêma Kurdan jî.
Johnson, ji Wezîrê Derve Bildt pirsî ka ji bo pêkhatina vê yekê ew ê çi bike. Tê payin ku Alîkara Wezîra Derve Gunilla Carlsson bersivê bide pirsan.