Rojanamevan Topaloglu: Em ê ji cihê ku lê mane têkoşînê bidomînin

Rojanamevan Topaloglu: Em ê ji cihê ku lê mane têkoşînê bidomînin

 Nûçegihanê DÎHA'yê Sadik Topaloglu ê ku di operasyon li dijî saziyên çapemeniya kurd hate girtin û piştî 17 mehan di girtîgehê de ma û tahliye bû diyar kir ku hêj 24 rojnameger girtîne û ev yek li gorî pevajoyê nîn e. Topaloglu, doza lê dihate darizandin weke doza "çapemeniya kurd bêdeng" bikin nirxand û anî ziman ku kurdan tu caran li hemberî zext û zordariyan serî netewand û kesên hêvî dikin wan bêdeng bikin xwe dixapînin.

Nûçegihanê DÎHA'yê Sadik Topaloglu ê ku di doza çapemeniyê de dihate darizandin û piştî 17 meh girtî ma serbest hate berdan doz û tahliye nirxand. Topaloglu, diyar kir ku doz bi pêvajoyê êdî ket û divê hemû rojnameger serbest hatiban berdan lê ew û Nûçegihana ANF'ê Zeynep Kuray serbest hatin berdan û ev yek jî li gorî pêvajoyê nîn e. Topaloglu, doz weke doza "çapemeniya kurd bêdeng bike" nirxand. Topaloglu, anî ziman ku çapemeniya azad a kurd bi operasyon û girtiyên wisa komî bêdeng nayê hiştin. Topaloglu, da zanîn ku çapemeniya kurd heta niha bûyer dengê jin, kedkar, kesên tên tepisandin û gelê kurd û dê vê peywira xwe bidomîn e.

'BIRYARA DADGEHÊ LI GORÎ PÊVAJOYÊ NÎN E'

Topaloglu, bilêv kir ku Tirkiye welatê herî zêde rojnameger lê girtîne hene ye û ev yek jî nîşaneya li Tirkiyeyê azadiya raman çiqas paşvemayeye. Topaloglu, destnîşan kir ku doza lê tê darizandin hêj 24 rojnameger girtîne û wiha got: "Pêvajoya jê re tê gotin pêvajoya aştiyê hate destpêkirin. Biryara hatî dayîn li gorî pêvajoyê nîn e. Hemû hevalên me ji ber xebatên rojnamegeriyê tên darizandin. Ev yek jî azadiya raman çiqas paşvemayî maye nîşan dide."

'EZ DÊ LI CIHÊ MAYÎ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIM'

Topaloglu, diyar kir ku delîlên ji bo darizandina wan hatin nîşandan hemû nûçeyên çêkirin bû û ev yek jî ji bo wan rûmet e. Topaloglu, anî ziman ku çapemeniya kurd di dîrokê de her tim rastî zext û zordariyan hate lê tu caran serî li hemberî zextan netewand. Topaloglu, da zanîn ku ew dê xebatên xwe hêj bêtir bi heycan û coş bidomîne û wiha axivî: "Em ji nivîs û nûçeyên xwe serbilind bûn. Ez dê dîsa nûçeyên xwe çêbikim. Rojnamegeriya kurd bi salan rastî bombeyan, qetilkirinan hat û herî dawî jî bi girtina komî xwestin bêdeng bikin. Çapemeniya kurd di salên 1990'an de li hemû zextan dest ji nivîsînê berneda. Çapemeniya kurd valakirina gundan û bûyerên kiryar nediyar nivîsandin. Girtinên îro jî çapemeniya kurd bêdeng nake. Ez dê têkoşîna xwe ya rojnamegeriyê li cihê mayîn bidomînim."