Rêxistinên tendirustiyê: Ji bo girtîgehan tevdîreke lezgîn hewce ye

Rêxistinên tendirustiyê û parêzvanên mafên mirovan qala tevdîra li girtîgehan a li hemberî koronavîrusê kirin û xwestin ku heyeteke serbixwe tevlî vê pêvajoyê bibe.

Rêxistinên tendirustiyê û parêzvanên mafên mirovan li Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê qala tevdîra li girtîgehan a li hemberî koronavîrusê kirin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê Mûrat Ekmez hate xwendin. Ekmez diyar kir ku li girtîgehan qada şexsî û hîjyenê tune û vîrus dikare li van deran zûtir belav bibe.

Ekmez di daxuyaniyê de got ku, “Ji bo ku girtî li girtîgehan karibin tendirustiya xwe biparêzin û paqijiya xwe ya şexsî bikin divê alavên paqijiyê bê pere li girtiyan were belavkirin. Qadên hevpar ên wekî medbex û banyoyan divê her roj were dezenfektekirin. Girtî divê karibin xwarinên bi tendirust bixwin û takviyeya wîtamînan were kirin. Nexweşên kronîk, astengdar, zarok, kal û pîr û girtiyên ducanî divê bi rêya kontrola edlî cezayê wan were taloqkirin. Divê li girtîgehan gelek xebatkarên tendirustiyê hebin. Ji bo ku testa girtî, xebatkarên girtiyan û xizmên girtiyan ên diçin girtîgehan divê tevdîrên pêwist were stendin. Divê girtî ne bi wesayîtên rîngê lê bi wesayîtên hîjyenîk wan veguhezînin.”

Piştî daxuyaniyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku di van şertan de divê girtiyên nexweş serbest werin berdan û heyetên serbixwe tevlî vê pêvajoyê bibin.