Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê anîn ziman ku ew biryara Prensîbên Etîka Çapemeniyê red dikin û gotin: “Destê xwe ji pênûsa me vekişînin.“

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî weşandin û gotin: “Em biryara Asasên Exlaq ên Çapemeniyê ya bi kêfî ya Saziya Ragihandin û Çapemeniyê ku pê erkeke bi berferehî ya sansorê tê anîn red dikin.“

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî îtîraza rojnamevanên endamên Desteya Giştî ya Saziya Çapemenî û Ragihandinê Biryara Desteya Giştî ya li Ser Asasên Exlaq ên Çapemeniyê ku 27’ê Gulana 2022’yan hat qebûlkirin îro (6’ê Tîrmeha 2022’yan) di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyetê.“

Bi daxuyaniyê ev tişt jî hatin destnîşankirin:

“Ev biryara Desteya Giştî ya beriya gotûbêjên Meclîsê dest pê bibin hat dayîn, amadekariya ji pêş re ya li dijî vekişandina qanûna sansorê bi hinceta dezenformasyonê ye. Em biryarê red dikin .

Saziya Çapemenî û Ragihandinê saziyeke giring e. Ew saziyê ne bi ceberûdî û ji bo hilanîna heyfê lê bi biryarên bi hevparî bi rê ve bibin. Rojnamevanî ne sûc e. Çapemenî ne dijminê we ye. Dest nedin pênûsa me!“

KOMELE Û RÊXISTINÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE

Konseya Çapemeniyê

Komeleya Rojnamevanên Hevdem

Komeleya Nûçegihanên Dîplomasiyê

DÎSK Basin-Îş

Komeleya Nûçegihanên Aboriyê

Cemiyeta Rojnamevanan

Cemiyeta Rojnamevanan a Îzmîrê

KESK Haber-Sen

Komeleya Nûçegihanên Parlamentoyê

Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê

Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê.