Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê: Doza Kobanê dozeke siyasî ye

Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê şermezar kir û got: “Weke hemû dozen li dijî têkoşîna gele Kurd, Doza Kûmpasê ya Kobanê jî dozeke siyasî ye.”

DOZA KÛMPASÊ YA KOBANÊ

Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand, biryarên dozê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker têkçûna DAÎŞ’ê weke têkçûna xwe hesibandiye. Di daxuyaniya xwe de ev yek hate gotin: ‘’Em weke sazî û gelê Kurd ê ku li Rûsyayê û li Yekîtîya Dewletên Serbixwe dijîn, biryarên vê dozê nas nakin.’’

Naveroka daxuyaniya Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê wiha ye:

‘’Ev demeke dirêj e Doza Kûmpasê ya Kobanê berdewam dike. Di çarçoveya ve doza dewleta Tirk a faşîst de 108 siyasetmedar dihatin darizandin. Weke gelek dozên desthilatdariya Tirk a faşîst ev doza li dijî têkoşîna gele Kurd jî  dozeke siyasî ye. Li Kurdistanê û li seranserê cîhanê gelê Kurd, rêxistinên wan û dostên wan biryarên vê dozê şermezar kirin ku yek ji wan jî rêxistin û Kurdên ku li Rûsyayê û li Yekîtîya Dewletên Serbixwe ne.

Her wiha weke tê zanîn dewleta Tirk a dagirker di sala 2014’an de li Kurdistanê hemû plan û projeyên xwe li ser bingeha têkbirin û wêrankirina Şoreşa Rojava û bi taybet jî bajarê Kobanê amade kiribû. Berê çeteyên DAÎŞ’ê dida  bajarê Kobanê û bi her awayî alîkarî û hevkariya çeteyên DAÎŞ’ê dikir ku bajarê Kobanê dagir bikin û Şoreşa Rojava têk bibe.

Di encama berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê û serhildana gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê de bajarê Kobanê li ser piyan ma û derbeyên mezin li çeteyan hate xistin.  Dewleta Tirk a dagirker şikestina DAÎŞ’ê ya li bajarê Kobanê weke şikestina xwe pejirand û li dijî siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê dozeke kûmpasê ya bi navê Kobanê da destpêkirin. Doza berbehs demeke dirêj berdewam kir û di encama dozê de cezayên giran li siyasetmedarên kurd hatin birîn.

Em weke sazî û gelê Kurd ê ku li Rûsyayê û li Yekîtîya Dewletên Serbixwe dijîn, biryarên vê dozê nas nakin. Em dizanin ku tekane armanca van biryarên cezadayînê şikandina hêviya gelê Kurd e. Divê her kes baş bizanibe ku em hêza xwe ji rastiya gelê xwe werdigirin û em xwe berpirsyar dibînin û bi yekdengî dibêjin ku tu wateya biryarên Doza Kobanê tune ye.

Em weke sazî û gelê Kurd ê ku li Rûsyayê û li Yekîtîya Dewletên Serbixwe dijîn, diyar dikin ku em li cem gelê xwe û siyasetmedarên xwe ne û van biryarên siyasî û şeqlevaniya edaleta dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.’’