Rêxistinên hiqûqê: Divê kujerên Tahir Elçî bên cezakirin

Rêxistinên hiqûqê di salvegera qetilkirina Tahir Elçî de ji bo wî daxuyanî dan û diyar kirin ku divê kujerên Tahir Elçî bên cezakirin.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hate qetilkirin. Bi boneya 8’emîn salvegera qetilkirina Elçî, rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyên bi pêşengtiya rêxistinên hiqûqê de hat xwestin ku faîlên Tahîr Elçî bên girtin û cezakirin.

Di vê çarçoveyê de li bajarên Edene, Antalya, Mêrsîn, Îzmîr, Ankara, Wan û Stenbolê daxuyanî hatin dayîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyan bûn. Di daxuyaniyan de wêneyên Tahir Elçî hatin hilgirtin, pankarta “Em ê te ji bîr nekin” hate vekirin û Elçî hat bîranîn.

Çalakvanan xwestin ku faîlên Tahir Elçî bên girtin û cezakirin. Her wiha beşdaran diyar kirin ku dê têkoşîna wan bidome.