Rêxistina Navçeya Esenlerê ya HDP’ê ji bo vîna gel li qadan bû

Rêxistina Esenlerê ya HDP’ê ji bo şermezakirina binçavkirina Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Kişanak û Anlî çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de Wekîlê HDP’ê Garo Paylan axivî û wiha got: ‘’Ew çawa baş ji binçavkirin, girtin, komkujiyan, kavilkirina bajaran dizanin, em jî baş dizanin li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.”

Rêxistina Navçeya HDP’ê ya Esenler a HDP’ê binçavkirina hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anlî bi çalakiyekê şermezar kir.

Di dema çalakiyê de polîsan çalakger dorpêç kirin, dirûşmên wekî ‘’şaredarî ya gel e, wê ya gel bimîne’, ‘’Gulten Kişanak û Firat Anli rûmeta me ye” hate berzkirin.

PAYLAN: ‘TENÊ DIZANIN DÎWARÊN QESRÊ BILIND BIKIN’

Wekîlê HDP’ê Garo Paylan di çalakiyê de axivî û wiha got: ‘’Ew çawa baş ji binçavkirin, girtin, komkujiyan, kavilkirina bajaran dizanin, em jî baş dizanin li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.”

Paylan bi berdewamî got, Kişanak û Anlî rûmeta gelê Kurd in û wiha anî ziman: ‘’Gulten Kişanak û Firat Anli rûmeta me ne û ew hatine hilbijartin. Ên ku her roj behsa sîndoqan dikin mixabin ji demokrasiyê bawer nakin. Tenê dizanin dîwarên qesrê bilind bikin.’’

Paylan gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku digot; ‘’Pêvajoya çareseriyê biqede wê mekanîka darbeyê sazkar bibe ‘’ bi bîr xist û got, pêvajoya darbayê niha sazkar e û hiqûq ji holê hatiye rakirin. Paylan diyar kir, heta ku Kişanak û Anlî serbest werin berdan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.