Rêxistina Efûyê ji bo rojnamevanên girtî dest bi kampanyayê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo rojnamevanên girtî dest bi kampanyayê kir û ragihand, yek ji sê rojnamevanên li cîhanê girtî, li Tirkiyeyê ye.

Şaxê Danîmarkayê yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di destpêka vê hefteyê de ji bo rojnamevanên girtî dest bi kampanya îmzeyan kir.

Di sê rojên destpêkê yên hefteyê de 50 hezar îmze hatin hevdan. Di metna çapemeniyê ya kampanyayê de cih ji hevpeyvînên kurt ên bi hevsera rojnamevanê girtî Ahmet Şik Yonca Verdîoglû û nivîskara berê girtî bû Asli Erdogan re hat veqetandin.

Di belavokê de hat gotin, "Zextên li Tirkiyeyê yên li ser azadiya îfadeyê di salên dawî de zêde dibin. Xwepêşandan bi darê zorê ji hev tên belavkirin, peyamên li medya civakî tên sansurkirn û malperên înternetê tên girtin."

'Ji her sê rojnamevanên girtî yên li cîhanê yek jê li Tirkiyeyê ye."

"Welatekî bînin pêş çavê xwe, ku agahiyên ji derve tên, tên astengkirin. Li welatekî bifikirin, ku tenê destûr ji eşkerekirina hin nêrînan re tê dayîn, nîqaş bi yekalî tê kirin û saziyên fermî bi rengekî vekirî nayên kontrolkirin."

"Li Tirkiyeyê, medya serbixwe bi temamî nemiribe jî, derbek giran xwariye û birîndar bûye. Ev yek ji bo azadiya îfadeyê jî derbas dibe. Wezîfeya rojnamevanan e ku bersivê bide pêdiviya civakê ya bi agahiyan. Rojnamevanî sûc nîne."