Rêxistina ciwanên Kurd ên li Stockholmê komcivînek a hevnaskirinê çêkirin
Rêxistina Ciwanên Azad ku ev çend sale li Swêdê bi awayek çalak kar û xebatên xwe dimeşîne, ji bo ku di pêşerojê de bikaribin kar û xebatên xwe berfireh bikin, şeveka hev naskirinê li dar xistin.
ANF- KAMRAN MIRZAIAN
STOCKHOLM
pêncşem, 22 rezberê 2016, 17:19
komcivîn Ciwanên Azad bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paştre li ser navê Ciwanên Azad axaftin hatin kirin. Di civînê de bal kişand li ser girîngiya kombûn û bi rêxistinbûna ciwana.
Di civînê de ev tişt hatin gotin: “Berxwedaniya ku ev çend salê li her çar parçeyên Kurdistanê û li devery welat tê dayîn, yekane hêza sereke û çalak a ciwan in. Ji bo me Kurdan di demek wisa de,em li kû dibin bila bibin, hatina me ya li gel hev û meşandina kar û xebatan bêy beşdariya hêza ciwanan zêde wate nagre. Pêşeng û lehengên ku li her çar parçeyên Kurdistanê derketine, ciwanin yekane çavkaniya moral û hêza me ne, divê ew berxwedaniya ciwanên me yên li çeperan heta serkeftinê dewam bike. Sîstema Ewrupa û dewletan bi gelek rêyên qirêj û xirab dixwaze ciwanên Kurd ji rastiya wan dûr bixe. Ji bo vê yekê bike bi her awayî derfetan bi kar tîne. Divê em bi xwe bi rêxistin kirinê, pêşî li vê yekê bigrin. Ji bo me ferq nake ku em îro li Ewrupa ne, ji bo me ya girîng û xala sereke, rewşa welatê me û rastiya welatê meye. Ji ber ku em Kurd in, em xwedî hêz û xwedî baweriyek mezin in.” Di berdewamiya axaftinan de hate diayarkirin ku li her çalakî yan li her cihekî ku heger ciwan nebin, zêde deng dernakeve, divê em baş xwe bi rêxistin bikin li rex nasnameya xwe ya Kurdîniyê rawestin, Divê em nasnameya xwe ya ciwantî jî ji her demê pêtir derbixin pêş tenê wisa dikarin ji ciwan bûna xwe re bibin hêz.”
Piştî axaftinan, Sînevîzyona ku bi giranî ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo ciwanan bû, guhdarkirin.
Di berdewamiya komcivîna ciwanan de têkildarî civîna ku hate lidarxistin hestên xwe anîn ziman:
Ciwanê bi navê Xelîl Kanak diyar kir ku di civakê de hêza herî ji pêşketinê re vekirî û xwedî kelecan, ciwan in. Di dîroikê de ji bo xirakirina civakê û tinekirina çandê û hebûna gelan destpêkê ciwan tên hedefgirtin. Ji bo wê divê ciwan di van mijaran de agahdar bin. Kanak bi bîr xist ku heta roja me ya îro jî em li ciwantiyê digerin, ji heyîna fîzîkî û biyolojî cudatir divê li ser civak û rola pêşengtiyê xebatê bidin meşandin.
Rizgar Heyder ê ji Rojava jî destnîşan kir ku her wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gitiye; ‘ Me bi ciwanî destpêkiriye û em ê bi ciwanî jî bi ser bi xînin.’. di nava civakan de tiştek herî pîroz û hêza ku herî ji pêşketinan re vekiriye ciwan in, divê bi pêşngtiya ji civaka xwe re li vê rola xwe xwedî derbikevin. ciwan pêşengên şoreşan in. Heyder banga li hemû ciwanên li Swed û li Ewrupa kir û wiha got: “ku heta ku Rêber me azad nebe, divê em li qadan bin û hemû kar û xebatên me li ser esasê rizgarkirina Rêber Apo be. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me ciwanane.”
Ciwana bi navê Hêlîn Uzel jî wiha anî ziman: “Ez li vir bangali hemû ciwanên li Ewrupa dikim. Werin em hemû bi hev re hêzekî çêbikin, li çanda, zimanê, ciwantî, li dîroka xwe û ji her tiştî girîngtir xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.”
Evîndar Bîcen jî bi bîr xist ku armanca wan a serekî hemû ciwanên Kurd ên li Stockholmê dijîn di bin yek sêwanê de kom bikin û xwe rêxistin bikin. Ji ber ku, ciwan yekane kevirê bingehîn yê xwedî hêza guhertina civakê ye. Bîcan wiha got: “Me li Cizîr, Sur, Nisêbînê û li tevayî kurdistanê dît ku dema ciwanên Kurd xwe bi rêxstin bikin, ti hêz nikare li pêşiya wan bibe kelem, bi xwe bi rêxistin kirinê re em bikaribin nasnameya me ya ku li ber windabûnê ye ji nû ve zindî û azad bikin. Her wiha em ji kû hatine divê ji bîr nekin û ji bo heyîna wê nasnameyê çiqas şer û têkoşîn tê meşandin. Em wek jinên ciwan ên azad ketin ser rê, lê em bi xwe jî beşek ji Ciwanên Azad in. Daxwaziya min ew e hemû ciwanên li Ewrupa, destpêkê jinên Kurd, bi nasnameya xwe ya Kurdînî, paşê bi nasnameya xwe ya jin û herî dawî bi nasnameya xwe ya Kurdistaniyê re bikevin ser rê û ji her tişî re bibin pêşeng.” Bîcan diyar kir ku armanca wan a sereke li vir xwe rêxistin bikin li nasnameya xwe, dîroka xwe û ji çanda xwe re bibin bersîv.
Herî dawî jî ciwan bi navê Ejîn Ehmed jî diyar kir ku ji bo îro hê zêdetir xwe bi rêxistin bikin û ji bo civakê bibin pêşeng li hev kom bûne. Ehmed wiha anî ziman: “Divê em ji bo azadiya Rêbertiya xwe, jiyana azad û ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê bidin meşandin. Îro li her çar parçeyên Kurditanê di pêşengtiya ciwanên Kurd de têkoşînekî pir mezin tê meşandin. Em jî li ser vî bingehî weke ciwanên azad bi nasmaneya xwe ya ciwantiyê xebatê didin meşandin. Hemû hewldan û xebatên em yên li ser vî bingehî Azadiya Rêber Apo û azadiya civakê ye.
Komcivîn bi gerandina govenda ciwanan ve bidawî bû.