Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rewşa tenduristiya Talabanî her ku diçe baş dibe

Rewşa tenduristiya Talabanî her ku diçe baş dibe

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî ku roja sêşemê ji ber nerehetiyeke ji nişka ve rakiribûn nexweşxaneyê her ku diçe baştir dibe.

Berpirsê nivîsgeha çapemeniyê yaTalabanî Barzan Şêx Osman got: “Rewşa Serokkomar her ku diçe baştir dibe.”

Êvara sêşemê, bijîşkan bi civînekê aşkere kirin ku xwîn rijiyaye ser mejiyê Talabanî û demarên wî weke berê dixebtin. Hanî Musayê ku bi navê bijîşkan daxuyaniyê da diyar kir ku damarên mejiyê wî dîsa wekî berê kar dikin û rewşekî aloz tûneye. Musa herwiha diyar kir ku wê sibê ji bo Talabanî heyetekî bijîşkan ji Îngîltereyê were.