Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rewşa tendûristiya Talabanî baş e

Rewşa tendûristiya Talabanî baş e

Rewşa serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ku li peytexta Almanyayê Berlînê tê derman kirin, hat ragihandin ku baştir bûye. Ev daxûyanî îro ji aliyê nivîsgeha serokatiya Iraqê ve hate kirin.

Nivîsgehê diyar kir ku bijîşkên Alman dibêjin ku tendirustiya Talabanî çiqas diçe baştir dibe. Lêbelê nayê zanîn ku heya kengê de Talabanî li Berlînê bimîne.

Berî dû rojan jî koma bijîşkan ku ji bo tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talebanî xebitibûn, civînekî çapemeniyê li dar xistibûn. Bijîşkan diyar kirin ku rewşa Talebanî çiqas diçe baştir dibe û dil, gurçik û damarên wî mîna berê dixebitin.

Roja sêşeme li Bexdayê Talebanî ji nişkêve nexweş ketibû û wî rakiribûn nexweşxanê.