Rewşenbîrên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn

Bi pêşengiya Platforma 12’ê Adarê ya Stenbolê, kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan li Gazî Cemeviyê hatin bibîranîn.

Platforma 12’ê Adarê ya Stenbolê ji bo rewşenbîrên ku di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Gazî Cemeviyê merasîmek a bîranînê lidar xist. Di merasîma bîranînê ya ku gelek partiyên siyasî û girseya demokratîk tevlî bûn de, pankarta li ser “Ronahiya Sêwasê navemire” nivîsandî, hat vekirin.

Merasîm ji bo bîranîna rewşenbîrên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest danî, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de bê navber dirûşmeyên “Sêwasê ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Ronahiya Sêwasê navemire” û “Şehîdên şoreşê nemirin” hatin berzkirin û li ser navê Platforma 12’ê Adarê ya Stenbolê Onûr Narîn daxuyanî xwend.

Narîn di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku li ser Komkujiya Madimakê ya Sêwas re 29 sal derbas bûne û destnîşan kir ku ji Sêwasê hetanî Roboskî, Pirsûs û Gara Enqereyê agirê komkujiyê dewam dike, desthilatdar weke duh îro jî ji vê fikrê azad, xwişk û biratiya gel û baweriyên cuda ditirse.

Narîn da zanîn ku 2’ê Tîrmeha 1993’an bi piştgiriya dewleta nîjadperest û faşîst, rewşenbîrên Elewî li Hotela Madimakê hatin şewitandin.

Narîn diyar kir ku di derbarê paşverûyên ku zarokên wêrek ên gelê me bi saxî şewitandin doz hat vekirin û bi bîr xist ku piştî demekê gelek kujerên ceza girtin hatin berdan, hinek reviyan û hinek jî ji ber dem li ser doza wan re derbas bû hatin berdan.

Her wiha Narîn anî ziman ku yek daxwaza mafê demokratîk a herî biçûk bi terora dewletê tê çewisandin û got, “Tê xwestin ku hemû mafên demokratîk, akademîk û civakî yên berê bi berdêla can û xwînê hatin bidestxistin, bên tunekirin.

Li dijî vê sîstema faşîst a ku birçîtî, xizantî, zext û zêdebûna zeman û komkujiyên li dijî penaberan lê tê birêvebirin, serî hildan maf e.”

Piştî daxuyaniyê li ser navê rewşenbîrên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest danî, helbest hatin xwendin û muzîk hatin guhdarkirin.

Merasîm bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû.