Rewşenbîran ji Macron pirsîn: Hûn li benda mirina çend zarokane?

Rewşenbîr û baroyên Fransayê xemsariya dewletên rojavayî ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî gelên Rojava rexne kirin û nameyek ji Serokkomar Emmanûel Macron re nivîsîn.

Kampanya ji aliyê Serokê berê yê Yekîtiya Baroyên Parîsê Chrîstîan Charrîêre-Boûrnazel ve hate destpêkirin û hin kesayetên navdar jî piştevaniya kampanyayê kirin. Heta niha bi deh hezaran kesî piştevaniya kampanyayê kirine. Name ji bo Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron hatiye nivîsandin û yek ji kesên ku destpêkê mohra xwe daniye binê nameyê Wezîrê Karên Derve yê berê û hiqûqnas roland Dûmas û serokên bi dehan baroyan bûn.

Name pêşkêşî raya giştî hate kirin ku her kes dikare mohra xwe deyne binî. Di nameyê de tê gotin, "Ji bo hevalbendên me Kurdan tavilê bikevin nava liv û tevgerê ku niha bûne hedefa êrîşa Tirkan."

Di nameyê de hate gotin, "Macron ê ku Fransayê temsîl dike, ji bo nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk bide divê hîn çiqas zarok bimirin?" û Peymana Munchenê hate bibîrxistin ku di sala 1938'an de hişt ku Elmanya Nazî Çekoslovakyayê dagir bike. Di nameyê de hate bibîrxistin ku ji bo bêhnê bîne ber Hîtler Hevalbendên wê demê di sala 1938'an de li Munchenê peymanek mohr kirin ku li gorî wê beşek ji xaka Çekoslovakya radestî Hîtler hate kirin û piştre jî ew hewldan weke 'Peymana şermê ya Munchenê' hate pênasekirin. Hate bibîrxistin ku piştî wê hewldanê bi deh milyonan Ewropayî mirin.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku tawîzên wê demê niha bi bêdengiya li pêşberî êrîşên rejîma Erdogan dubare dibin.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku Serokkomariya Fransayê divê ji bo Kurdan tavilê li dijî êrîşên Tirkan bikeve nava liv û tevgerê. 'Agirbesta' ku di navbera DYE û dewleta Tirk de hate mohrkirin jî şibandin peymana Munchenê ku ji bo bêhnê li Erdogan fireh bike.