BI DÎMEN

Rewşenbîran di komxebatê de behsa girîngiya Neteweya Demokratîk kirin

Rewşenbîr, mamoste, lêkolîner û nivîskarên Kurd û Ereb di komxebatê de hatin cem hev, hem pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nirxandin û hem jî bal kişandin ser girîngiya têgeha Neteweya Demokratîk a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin.

Însiyatîfa Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Erebî, bi hevkariya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, li ser Zoomê komxebatek lidar xist. Gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedarên Kurd, Ereb ji Misir, Sûriye, Siûdiye, Îmarat, Filîstîn û Lubnanê beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de armanca têkoşîna gelê Filîstînê û sedemên aloziyê û her wiha ji bo çareserî bi rêyên aştî û adilene bên çareserkirin, pêşniyar hatin kirin.

Beşa yekemîn a komxebatê ji aliyê nivîskar û rojnamevanê misrî Îlham Milîcî ve hate birêvebirin. Milîcî, pêşî kurtedîroka însiyatîfê ku li Misrê ji aliyê rewşenbîr û rojnamevanên Misrî ve dest pê kiriye û dûre gelek rewşenbîr û siyasetmedar tev lê bûne, şîrove kir. Milîcî, diyar kir ku endamên însiyatîfê hemû li ser edaletbûna doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemfikir in.

Piştre sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê endezyar Behaudîn Şaban axivî û têbiniyên der barê projeya siyonîstî û aloziya Erebî-Filîstînî de anîn ziman. Şaban, da zanîn ku dijminatiya Samiyê li dewletên Ewropî dawiya serdema 19`an, hişt tevgera siyonsît ava bibe.

PIRSGIRÊKA SIYASETMEDARAN Û NASNAMEYÊ

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Guhertinê (Reformê) ya Sûriyeyê profesor Emced Osman axivî û got, “Divê bê fêmkirin ku doza Filîstînê li gorî nêrînên siyasetmedarên Ereb ên herêmê tê şîrovekirin. Ev helwest pirsnîşanekê girêdayî têgeha nasnameyê derdixe pêş ka rewşeke mayinde ye an jî tê guhertin.”

Osman, da zanîn ku bingeha piraniya pirsgirêkên herêmê nasname têgeheke sabît e. Bi nêrîna Osmên, ev rewş çareseriyê bi xwe re nayne û dê aloziyan an jî gefên li dijî herêmê zêdetir bike.

GUHERTINÊN PIŞTÎ 7’Ê COTMEHÊ

Rêveberê Filîstînê Dr. Eymen El Reqib jî behsa samiyê û pênaseya wê kir û got ku samî ne cihu ne ew tenê vê têgehê bi kar tînin. Ji bo El Reqib, bûyerên 7`ê Cotmehê, hişt ku doza Filistînê dîsa bikeve rojeva cîhanê û êdî cîhan di wê baweriyê de ne ku divê ev alozî bê çareserkirin.

RAMANÊN OCALAN Û DOZA FILISTÎNÊ

Piştî wê endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star a Sûriyeyê Rîhan Temo axivî û got, "Em dikarin sûdê ji ramanên Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aloziyê bigirin. Li gorî wê divê em behsa demokrasiyê, aştiyê û xalên ku ji gel re xizmetê dikin bikin."

Temo, got netewdewlet sedema gelek aloziyan e û destnîşan kir ku dikarin sûdê ji tecrubeya neteweya demokratîk bigirin û aştî pêk were.

DIVÊ REWŞA HEYÎ WERE BIKARANÎN

Piştî wê balyozê berê yê Misirê endamê însiyatîfê Şerîf Şahîn, destnîşan kir ku tenê bi rêya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê neteweya demokratîk de dikare aloziya Filîstînê çareser bike. Şahîn diyar kir doza Filîstîn û ya Kurd yek e ku doza têkoşîna gelên li azadiyê û jiyana bi rûmet digerin.

Her wiha edîtorê Kovara “El Şerq Eldîmokratî” û Mamoste Selah El Dîn Mûslim, doktor û Lêkolînerê Siyasetên Nasnameyê û Karûbarên Rojhilata Navîn Taha Elî, edîtorê Malpera “El Cenûbiyê” ya li Lubnanê û Mamoste Elî El Emîn, doktor û Lêkolînerê Dîroka Îslamî yê Misrî Elî Ebû El Xêr, Endamê Desteya Birêveberiya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratecîk û Mamoste Kurdyar Dirêyî, Mamoste, Siyasetmedar û Çalakgera Mafnasî ya Sûdanî Nimet Kûkû Mihemed, Mamoste û Lêkolînerê Karûberên Rojhilata Navîn Hanî El Cemel ê Misrî Lêkolînera Karûbarên Îsraîlê û doktor Fêrînaz Etiyê, di komxebatê de axivîn, pisgirêka nasnamebûnê, têkoşîna maf û şerên li Rojhilata Navîn nirxandin û bal kişandin ser girîngiya têgeha Neteweya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin.