Rewşa yek ji karkerên rastî êrîşa nîjadperestan hat giran e
Rewşa yek ji karkerên rastî êrîşa nîjadperestan hat giran e
Rewşa yek ji karkerên rastî êrîşa nîjadperestan hat giran e
Li Stenbolê, du karkerên Kurd ên li kargeheke înşaetê dixebitin, ji ber bi Kurdî axivîn rastî êrîşa nîjadperestan hat û birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya yek ji van karkeran giran e. Karkerên li heman kargehê dixebitin gotin, "Hevalên me ji ber ku bi zimanê xwe diaxivîn û ji ber Kurd in, rastî êrîşê hatin. Beriya niha jî bûyerek bi heman rengî rû dabû, ev ne ya destpêkê ye."
Li gorî nûçeya DÎHA, karkerên bi navê Tekîn Gungor û Mûhammed Ozturk ê li kargeha taşeron Panel Yapi dixebitîn, li cihê kar ê tesîsata elektrîkê ya Kargeha Ege Yapi Înşaat a li Îstoç a Bagcilarê, ji ber ku bi telefonê bi Kurdî bi malbatên xwe re diaxivîn, rastî êrîşê hatin. Karkeran bi telefonê li malbatên xwe
Hat ragihandin ku bûyer şeva Pêncşemê saet di 23.00'an de qewimiye û êrîşkaran piştî ku herdu karkerên Kurd bi kêran birîndar kirine, ew li betaniyan pêçandine û danîne ber konteynera li ber înşaetê. Piştî 40 deqeyan karkerên din hevalên xwe Gungor û Ozturk dîtin û bi ambûlansê her du karkerên Kurd rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bagcilarê. Piştî dermankirinê Ozturk ji nexweşxaneyê derket, lê belê rewşa Gungor cidî ye. Di nûçeya beriya niha ya DÎHA'yê de hatibû ragihandin ku yek ji karkeran jiyana xwe ji dest daye.
Ber destê sibê, karkerên din ên bi êrîşê hesiyan li ber kargehê hatin cem hev û xwestin bi xwediyê kargehê re hevdîtinê bikin. Ji ber ku xwediyê kargehê nexwest bi karkeran re hevdîtinê bike, karkeran ji bo dengê xwe bidin bihîstin ber bi avahiya Kanal D ve meşiyan û piştî ku demekê li vir sekinîn, rêya Bagcilar Mahmûtbey li trafîkê girtin. Karker pitre vegeriyan qada înşaetê û bi sedema ewlekariya jiyana wan nîne xwestin bi xwediyê kargehê re rûnê. Yek ji karkeran Engîn Çakmak der barê bûyerê de got, "Hevalên me ji ber ku bi zimanê xwe axivîn û Kurd in rastî êrîşê hatin. Beriya niha jî bi heman rengî bûyerekê rû dabû. Ev ne ya yekê ye."
Sekna karkeran a li qada înşaetê dewam dike. Hat hînbûn ku polîsan 3 êrîşkar kirine bin çavan.