Rewşa Turk û du girtiyên din giran bû

Girtiyên bi navê Mûrat Turk, Abdulvahap Şiyar Aydemîr û Vahdettîn Yalçiner ên di greva birçîbûnê de ne, rewşa wan giran bû.

Hate ragihandin girtiyên bi navê Mûrat Turk, Abdulvahap Şiyar Aydemîr û Vahdettîn Yalçiner ên ku di Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê di greva birçîbûnê de ne, tendirustiya wan giran bûne.

Ahmet Aydemîr ê ku bavê Abdulvahap Şiyar Aydemîr e, diyar kir ku duh bi kurê xwe Abdulvahap re hevdîtin kiriye û bal kişand ser vî tiştî ku zextên li ser girtiyan zêde bûye.

‘XWÎN JI DIFNA TURK TÊ’

Diya Aydemîr, Yildiz Aydemîr jî diyar kir ku Mûrat Turk û Vahdettîn Yalçiner ê di tevî Aydemîr di heman qawîşê de ne, rewşa wan giran bûye.

Aydemîr got ku “Xwîn ji difna Turk tê û ji ber êşa masûlkeyan nikarin razên. Mûrat Turk ji girtiyên din bêtir lawaz bûye. Ne bi tenê ji bo kurê min, divê ji bo zarokên me yên li girtîgehan jî ev tecrîd were rakirin. Em nikarin razên, xew li me heram bûye.”