Rewşa Tîmtîk giran bû: Bi zorê diaxive

Rewşa parêzera girtî Ebrû Tîmtîk ku di rojiya mirinê de ye, giran dibe. Tîmtîk bûye 43 kîlo û tê gotin ku bi zorê dikare biaxive.

Çalakiya rojiya mirinê ya parêzerên girtî Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku ji bo darizandina wekhev dest pê kirine, didome. Tîmtîk 204 roj in, hempîşeyê wî Unsal jî 173 roj in di rojiya mirinê de ne.

Rewşa her du parêzeran giran dibe. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasan a Azadîparêz û Hiqûqnasan a ji bo Demokrasiyê (OHD) serdana parêzerên di rojiya mirinê de ne kirin.

Ji parêzerên ÇHD'ê Şîar Rîşvanoglû têkildarî serdana xwe ya 20'ê Tîrmehê axivî û diyar kir ku Tîmtîk bûye 43 kîlo, hin deverên destê wê xwîn dibe û qirika wê birîn bûye.

Rîşvanoglû diyar kir ku Tîmtîk ji ber birîna li qirika xwe nikare zêde biaxive.