Rewşa nexweşê kanserê Fîlîz giran dibe

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Salîh Fîlîz diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye û got, "Dixwazin tolê hilînin." Fîlîz bang li raya giştî kir ku bibe dengê girtiyên nexweş.

Mehmet Salîh Fîlîz (23) ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê ye bi kansera rovî ye, hestiyên wî dihelin û nexweşê tuberkulozê ye. Fîlîz diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê bêhtir nebaş dibe.

Fîlîz bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku mîna girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest da, ew jî terikî mirinê hatiye kirin.

'XWÎN BÊHTIR JÊ TÊ, TOLÊ HILTÎNIN'

Girtiyê bi nexweşiya giran Salîh Fîlîz got, "Daxwaza min a ji bo berdanê hate redkirin. Ji bo hincetê jî gotin, 'Dewlet tevdîran hemûyan digire'. Roj bi roj hîn bêhtir xwîn ji min diçe. Dixwazin tola Edene Pozantiyê ji min hilînin. Min bûyera destavêtina li zarokên girtî ya li Pozantiyê eşkere kir û doz li min vekiribûn. Doza min hîn jî dewam dike. Ji ber vê yekê nayêm berdan. Rêveberiya girtîgehê hîn jî bi israr ji min re dibêje, 'em ê te nebin revîreyê' û ji aliyê psîkolojîk ve dixwazin min têk bibin. Bang li her kesên xwedî wijdan dikim ku bibin dengê girtiyên bi nexweşiyên giran."