‘Rewşa girtiyên nexweş Nebîoglû û Tat giran e’

Li Enqere û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal hat kişandina ser rewşa Firat Nebîoglû û Mahmût Tat.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Malbatên Windakiriyan ji bo çalakiya rûniştinê ku bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” du hefteyan carekê lidar dixin hatin ba hev. Di daxuyaniya ku pankartên “Winda wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, winda li ku ne” hate vekirin de Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê, endamên Meclisa HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn.

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û malbatên windakiriyan vê hefteyê faîlên Hasan Ocak ê piştî di 21’ê Adara 1995’an de hate windakirin, cenazeyê wî li goristana bêkesan hate dîtin, pirsîn û xwestin berpirsên serdemê bên darizandin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ê di çalakiyê de axivî, çîroka Hasan Ocak xwend.

Piştî axaftinê daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 573’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” lidar xist û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mahmut Tat ê ku êşa penceşêrê li qirika wî ketiye û di 22’ê Mijdara 2022’an de Swêdê wî radestî Tirkiyeyê kiribû. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Mahmut Tat bê berdan” hatin hildan.

Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn daxuyaniya vê hefteyê xwend û diyar kir ku êşa penceşêra qirikê li Mahmût Tat peyda bûye û dema li Swêdê bû du caran emeliyat bûye û wiha got: “Çawa ku Mahmut Tat anîn Tirkiyeyê wî şandin girtîgehê. Ji bo tedawiya dermanên ku ji aliyê malbata wî ve hatine temînkirin jî lê nedane Mahmut Tat. Dermanên ku gotine heman in dane Tat û tenduristiya wî xerabtir kirine. Divê ji bo dermanan rapor jê re bê derxistin lê hê jî rapor dernexistine. Wî terkî mirinê kirine. Em dixwazin Mahmut Tat bila bê berdan.”