Rewşa girtiyên nexweş giran e: 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan

Li Stenbol û Enqereyê civînên çapemeniyê hate lidarxistin û hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Bekîr Guven û Hîkmet Kara giran e. Hate diyarkirin di sê mehên pêşîn ên 2021’an de 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 368’emîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqerê li dar xist.  

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê parêzer Omer Farûk Yazmaci, di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa tenduristiya Bekir Guven ê ji sedî 98 astengdar ê di 20’ê Îlonê de li Eskîşehîrê hat girtin û girtiyê nexweşê giran Hikmet Kara yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dimîne. 

Yazmaci da zanîn ku Guven 4 roj piştî hat girtin rakirine nexweşxanê û hevjîna wî pê re çûye nexweşxanê. Yazmaci, anî ziman ku di girtîgehê de rîska jiyana Guven dewam dike û divê cezayê wî bê betalkirin.  

Yazmaci, derbarê rewşa tenduristiya girtiyê nexweşê giran Hikmet Kara yê 28 sal in girtiye û li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dimîne jî agahî da. Yazmaci, dest nîşan kir ku Kara 28 sal in girtiye û wiha axivî: “Gelek nexweşiyên Kara hene. Heya niha 5 caran mîda wî xwînî bûye û bi tu awayî bi pergalî nehatiye dermankirin. Ligel ku 22 meh cezayê Kara ma ye jî, nayê berdan. Divê Kara ji ber nexweşiyên xwe yên giran cezayê wî bê taloqkirin, di şert û mercên baş de, bê dermankirin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di çalakiya “Rûniştina F” a ket hefteya 496’emîn de, bal kişand ser girtiyên nexweş.  

Endama komîsyonê Meral Nergîs Şahîn a di civîna çapemeniyê ya avahiya komeleyê hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku ligel gelek mafên girtiyan ên li girtîgehên li Tirkiyeyê de dimînin, “mafê jiyanê” jî tê binpêkirin. Şahîn, da zanîn ku ev rewş gelek caran di raporan de jî cih girtiye û wiha got: “Di serî de girtiyên nexweş, mafê tenduristî û tedawiyê yê hemû girtiyan tê astengkirin. Ji ber vê yekê jî gelek binpêkirin pêk tên. Ji bo pandemiyê zêde bergirî nayên girtin, tecrîd roj bi roj giran dibe û girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin.”

Şahîn, bi lêv kir ku li gorî daneyên komeleya wan gihiştinê di sala 2020’an de 50, di sê mehên ewil ên sala 2021’an de 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Sabrî Kaya û Mehmet Alî Çelebî dema li ber mirinê berdan û piştî demekî kurt jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweşên giran Mehmet Emîn Ozkan  û Siddik Guler ên 83 salî hêj li girtîgehê tên girtin û li benda mirina wan in. Ji xeynî van Alî Osman Kose, Ergîn Aktaş, Ekîm Polat, Mehmet Yamaç, Fatma Tokmak, Sureyya Bûlût, Dîcle Bozan, Serdal Yildirim, Kemal Gomî, Kemal Ozelmali û bi sedan girtiyên nexweş di vê rewşê de ne. Bi astengkirina xwegihandina mafên tenduristî û tedawiyê di hundir de politikaya kuştinê tê pêkanîn û girtiyan mehkumî kuştinê dikin.”

Şahîn, ji bo ku girtiyên nexweş, pîr, astengdar, pîr û jinên bi zarok bên berdan bang kir.