Rewşa girtiyê nexweş Tûran gelekî giran bûye

Girtiyê nexweş Abdûllah Tûran ê ku ji stû û berjêrtir bi felcê ye, rewşa wî gelekî giran e. Parêzerê wî Vedat Ece got ku, “Di rojên pêş de, dibe ku xebera mirina wî were.”

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê bi giranî, hezar û 605 girtiyên nexweş hene û di 10 mehên dawîn de jî 21 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van girtiyên nexweş jî Abdûllah Tûran e. Tûran di Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de ye û ji stûyê berjêrtir bi felcê ye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Saziya Tipa Edlî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ daye Tûran lê Tûran nayê tehliyekirin. Parêzerê wî Vedat Ece diyar kir ku ew çûye hevdîtina Ergîn Aktaş ê ku bi Tûran re di heman qawîşê de ye. Ece got ku “Dibe ku xebera mirina Tûran were.”

4 ROJ IN XWÎNÊ VEDIREŞE

Ece diyar kir ku çar roj berê rewşa Tûran xerab bûye û ew rakirina Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê, piştî miayeneyê derman dane Tûran ew  dîsa şandine girtîgehê. Ece got ku, “Piştre careke din jî rewşa Tûran xerab dibe û heman tişt tê kirin. Tûran a niha qawîşa karantînayê de ye, bişkokek bi tiliya wî girêdane, dema ku rewşa wî xerab dibe, pê li bişkokê dike.”

Ece diyar kir ku Tûran çar roj in xwînê vedireşe, xwîn ji ber wî diçe û got, “Kesekî ku ji stû berjêrtir bi felcê ye û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, çawa di girtîgehê de tê ragirtin? Di rapora Saziya Tipa Edlî de tê diyarkirin ku mayîna wî ya di girtîgehê de rîsk e. Me serî li Hekîmtiya Înfazê da lê daxwaza me hate redkirin. Me rapora Saziya Tipa Edlî kurt kir û ji dozgeriyê şand, ew jî hate redkirin. Tûran a niha divê di servîsa lênerîna kûr de be lê terkî mirinê hatiye kirin. Di rojên pêş de dibe ku xebera mirina wî were. Tena serê xwe di odeya karantînayê de ye û tedawiya wî nayê kirin.”

Ece diyar kir ku ji bo tehliyekirina Tûran wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane.