Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran e

Di Rûniştina F’yê ya Komeleya Mafên Mirovan de (ÎHD) hate diyarkirin ku rewşa girtiyê nexweş Cemîl Erdem (70) girantir dibe.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya “Rûniştina F” di heftiya 426’emîn de li dar xist. Komîsyonê ji ber şewba vîrûsê koronayê çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî pêk anî. Komîsyonê, di çalakiya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran ê 70 salî Cemîl Erdem ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê de girtî ye.

Endamê komîsyonê Mehmet Acettîn, daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya yê di roja hat berdan jiyana xwe ji dest da bû. Acettîn, diyar kir ku derfetên dermankirina Sabrî Kaya hebû, lê di girtîgehê de hiştin û bûn sedema mirina wî. Acettîn, da zanîn ku kesên Kaya bernedan, berpirsê mirina wî ne.

Acettîn, bal kişand rewşa girtiyê nexweş Cemîl Erdem ê 70 salî û wiha axivî: “Divê girtiyên nexweş, astengdar, extiyar û rewşa tenduristiya wan di rîskê de tavilê bên berdan. Girtiyekî ku bi Cemîl Erdem re di heman qawîşê de mabû û hat berdan, têkildarî rewşa Erdem ev agahî bi me re parve kirin; ‘Nexweşiyên Erdem ên weke penceşêra qirikê, şeker, reflu, bêhin dayîn û tansiyona bilind hene. Erdem berî 5 salan ji ber penceşêra qirikê emaliyat dibe. Di dema emeliyatê de têlên dengê wî zirar dibînin. Ji ber vê nikare biaxive û derdê xwe bêje. Ev jî dibe sedema derûniya wî nebaş be. Erdem di rewşa heyî de bi alîkariya hevalên xwe yên qawîşê jiyana xwe dewam bike.’”

Acettîn ji bo Erdem banga hestiyariyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê Erdem bê berdan. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş ji ber rîska şewba vîrusê bên berdan. Ji bo vê em bang li rayedaran dikin ku erka xwe ya mirovî bi cih bînin.”