Rewşa Dîlan û Meralê ber bi başiyê ve diçe

Rewşa Dîlan û Meralê ber bi başiyê ve diçe

Xwendekara amadeyî Dîlan Alp û mamoste Meral Donmez ya k udi pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya li Stenbolê de bi giranî birîndar bûn, rewşa her diçe baştir dibe.

Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya li Stenbolê de li Tarlabaşi di encama avêtina bombeya gazê ya polîsan de ciwana bi navê Dîlan Alp  bi giranî birîndar bû. Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder  diyar kir ku amûra bêhndanê hatiye girtin û Dîlan êdî bi xwe bîhna xwe digire.

Ji mamoste Meral Donmez ya ku rastî terora polîsan hat jî agahiyek baş hat.  Kapsula gazê ya kul i serê Donmez ket, ew bi giranî birîndar kir û piştî 12 saetan şûn de Donmez cara yekemîn ruyê wê keniya.

Li gorî nûçeya Bîanetê Donmez îro saet ji 13.00’an şûnde bêyî mayîneyê fonksyonên xwe yên jiyanê tîne cih.  Doktoran da zanîn ku heta salekê jî dibe k udi tevgerê wê ne normalbin û got dibe ku di warê bihistin û hevsengiyê de pirsgirêkan bijî.