Rewşa dawîn a Covîd-19’ê

Bîlançoya Covîd-19’ê girantir dibe. Heta niha li dinyayê 2 milyon û 351 hezar kes nexweş ketine û 161 hezar kes jî mirine.

Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê diyar kir ku ji bo her vîrusê hê aşî nehatiye peydakirin û divê heta demekê nêz li benda aşîyê neyê sekinandin.

Wezîrê Pêşveçûnê yê Elmanyayê Gerd Muller diyar kir ku krîza Covîd-19’ê wê ji bo welatên Efrîkayê karesateke mezin ava bike û encamên xerab bi xwe re bîne. Muller di heman demê de diyar kir ku divê Çîn zelal bike bê ka ev vîrus çawa dest pê kiriye û çawa belav bûye.

XEBATKARÊN LI TIRKIYEYÊ DI BIN RÎSKEKE MEZIN DE NE

Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiyê ya Tirk li Tirkiyeyê 82 hezar û 329 kes nexweş ketine û 1890 kes jî mirine. Tê diyarkirin ku ev daneyên rayedarên Tirk şaş in û kesên van daneyan rexne dikin jî tên destgîrkirin.

Li 30 bajarên mezin û Zongûldakê wê qedexeya derketina derve îşev bi dawî bibe. Lê li Tirkiyeyê karker û kedkar li fabrîke û şantiyeyan dixebitin.

HDP HEVGIRTINÊ XURT DIKE

Kampanyaya Hevgirtinê ya HDP’ê bajar bi bajar geş dibe. Ev kampanya li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û li derveyî welat didome. Desthilatdariya AKP û MHP’ê qedexe kir ku şaredariyên mûxalefetê bi erzanî nan bifiroşin.

NE VÎRUS WÊ GIRTIGEHÊN AKP’Ê GIRTIYAN BIKUJE

Girtiyên li girtîgeha herêma Çûkûrovayê bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê maske û lepikan nadin wan û qawîşan dezenfekte nakin. Tê diyarkirin ku li Girtîgeha Nimreya 2’an a Xarpetê testa girtiyekî ya koronavîrusê pozîtîf derketiye.

Bûrhan Ozmûşê li Girtîgeha Şakranê jî diyar kir ku ew 20 kes li qawîşa ji bo 14 kesan in û rêveberî xwarinê hindik dide wan. Ozmuş got ku “Em alavên paqijiyê dixwazin lê dibêjin tune.”

Li gorî Zanîngeha Johns Hopkînê heta vê saetê bîlançoya li dinyayê wisa ye:

DYE

Li DYE’yê nêzî 740 hezar nexweşên koronavîrûsê hene û hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas kir. 630 hezar kes tedawî dibin.

ÎSPANYA

Li Îspanyayê hejmara kesên bi koronavîrûsê ketîn 195 hezar kesi n û hejmar miriyan 20 hezar û 450 derbas kir.

ÎTALYA

 Li Îtalyayê ji hejmara kesên bi koronavîrûsê ketîn 175 hezar û hejmara miriyan jî 23 hezar û 200’î derbas kir. 107 hezar kes tedawî dibin.

FRANSA

Fransaya ku 151 hezar nexweşên koronavîrûsê lê hene, 19 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ÎNGÎLTERE

Li Îngîltereyê jî hejmara kesên bi koronavîrûsê ketine 114 hezar û 200 derbas kir. 15 hezar û 464 kesan jî bi sedema koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

ELMANYA

Li Elmanyayê ji hejmara kesên bi vîrûsê ketîn nêzî 144 hezaran e û li welat 4543 kesan jiyana xwe ji dest dane.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê jî li derdora 38 hezar û 500 nexweşên bi vîrûsê ketîn hatine dîtin. 5700 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li nexweşxaneyan ji 24 hezar kesan zêdetir kes tedawiyê dibînin.

SWÎSRE

Li Swîsreyê  28 hezar kes bi nexweş ketine û 1368 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li derdora 9 hezar kesan li nexweşxaneyên Swîsreyê tedawî dibin.

HOLLANDA

Li Holandayê ji 32 hezar û 650 kesan zêdetir nexweşên koronavîrûsê hene û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn digehije 3700 kesan. Nêzî 29 hezar kesan tedawî dibin.

ÎRAN

Li Îranê hejmara kesên bi koronavîrûsê ketine 82 hezar û 211 e. Hate diyarkirin ku 5118 kesan jiyana xwe ji dest dane.