Rewşa Aktaş ê li Gulsûyû birîndar bû baş e

Rewşa Aktaş ê li Gulsûyû birîndar bû baş e

Rewşa tenduristiyê ya Gokhan Aktaş ê li gel Hasan Ferît Gedîd di êrîşa çeteyên narkotîkê ya li taxa Gulsûyû ya Stenbolê de birîndar bû, ber bi başiyê ve diçe. Hat ragihandin ku Gokhan dest û lingê xwe dilivîne.

Aktaş, piştî ku 20 rojan di unîteya beşa lezgîn de hat ragirtin, pêr ew li odeyeke asayî bicihkirin. Gokhan Aktaş di nava vê demê de çend caran emeliyat bû û doktoran gotin ku wê aliyê çepê yê Aktaş felç bibe. Doktor matmayî man ku Aktaş dest û lingên xwe dilivîne.

Hat ragihandin ku di axaftin û bihîstina Gokhan de pirsgirêk nîne û dê tedawiya wî ya fîzîkî dewam bike.

Gokhan Aktaş bi rêya destgiriya xwe ji mirovên ew bi tenê nehiştin re nameyek nivîsand û got, "Li Arjantînê gotina merheba, ji mirovên baş, bi bawer û dost re tê gotin. Ji ber vê yekê ji we hemûyan re dibêjim merheba. Piştgiriya we hemûyan min li ser lingan hişt. Ez vê yekê ji ber xwe ve nabêjim. Hûn dizanin mirov kengî bi hêz dibin, kengî qels dibin; dema bi tenê dimînin. Hûn li cem min ez li cem me we me. Min ji odeya nexweşxaneyekê destê xwe dirêj dikir. Û ya ku destê min digihaştê û min digirt guliyekî mezin ê darekê bû. Koka van guliyan ji Bedrettînan, Mahîran, Denîzan tê, lewma min nexwest berde, min nekarîbû berde. Ez ji her kesên li tenduristiya min dibipirsin dibêjim; ji kujeran, tetîkkêşan re bêjin, mîna 'Înce Mehmet' dema ez 'rizgar bûm' ezê bêjim."