Rêwîtiya ber bi herêma berxwedanê ya Sergelê
Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji ber vê yekê rêwîtiya ewil a ber bi Herêma Berxwedanê ya Sergelê destpê dike.
Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji ber vê yekê rêwîtiya ewil a ber bi Herêma Berxwedanê ya Sergelê destpê dike.
Li pişt çiyayan, me rêgehek ji xwe re diyar kiriye û ber bi cihê xwe ya nû ve diçin. Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji ber vê yekê rêwîtiya ewil a ber bi Herêma Berxwedanê ya Sergelê destpê dike.
Bayê ku radibe bi çiyayan dihesîne ku payîz hatiye. Her tişt li pişt me dima; Dar, riya ku em tê de dimeşin, axa ku di bin lingê me de dişemitî, zinarên ku dema westandinê me destê xwe didayê, morîkên ku amadekariyên ketina hêlînê xwe dikirin, pelên kesk ên bi daran ve mane, sivoriyên ku dar bi dar digerin, ewr û hîn gelek tiştên din… Rê û tiştên ku bi xwe re anî bû.
Kêliya ku em di nava çîmên zer bûyî ku heta nava me bilind bûye re derbas dibûn, stirîyên kulîlkên mor bi destê me ve dibû. Mîna rûyê rastî yê jiyanê bû. Tevî du gerîlayên kurye û ez me li pêşiya xwe dinêrî û dimeşiyan. Gerîlayekî Ereb ê ji Minbicê, bi Kurdîtiya xwe ya gelekî lewaz, li paş xwe dinerî û bi rûkenî digot, "Başî heval?" Gerîlayekî berê jî di rêwîtiyeke din de gotibû, "Di hemû rêwîtiyan de mirov bi xwe dimeşe.”
Min dev ji hejmartina rîtmên dilê xwe berdabû, bênefesiya xwe ji nedîtî ve dihatim û di nava daristanên bêdeng de min dengê çûkan ku carcaran dihat guhdarî dikir. Carcaran baranê hurik hurik lêdikir, min bêhna axê dikişand hinavên xwe û tehma wê derdixist. Dema ku hûn tehma rê dernexin, rê gelek dirêj dibe. Dema kuryeyê ciwan ê pêşî got bila bêhnê vede, min yekser xwe avêt binê darekê, mîna ku demeke dirêj ez li benda bihîstina vê hevokê bûm.
Çend darên kesk hatibûn birîn. Hin gundiyên ji aliyê PDK'ê ve hatin birêxistinkirin, di berdêla pereyan de tên herêmên nêzî gerîla û darên ter û kesk dibirin. Darên hatine birîn an li erdê belav tên hiştin an jî ji bo firotinê dibin bajêr. Em her sê jî li daran dinêrin. Ez bawer im ku em kêm an jî zêde texmîn dikin wê kêliyê çi di dilê me de derbas dibû.
Darên Berû qut kirine. Û hemû berû... Baş e, bêguman em hîn bûn bi gerîla re li çiyê bimeşin. Di dema navberê de min firsend dît û min berê xwe da gerîlayê Ereb û dest bi sohbetê kir; Jê dipirsim ku paşnavê xwe ji kî standiye, dibêje, "Ji Kemal Pîr."
-Tu Kemal Pîr nas dikî?
-Hewceyê dîtinê nake. Dema ku hevrêyan qala wî kir ez pê bandor bûm. Navê wî tenê têr dike ku mirov bi bandor bibe.”
Bi kurdîyeke ewçend lewaz çiqasî xweşik anî ziman. Ev yek tê wateyê hestên xwe anîna ziman, bi ziman ve negirêdayî ye. Navbera bêhndanê, demek gelek kûrt bû ji xwe, du deqeyan derbas nebû. Dengê traktorekê dihat min. Kes li derdorê tunebû û piştî hinek din em bi pêş ve çûn deng nêzîktir bû û li ser traktorê du xortên Başûrî hebûn. Dar barkiribûn û ji ber bar tejî bû, traktor bi zehmetî birêve diçû.
Ji ber riya nexweş û barê giran ne pêkan e ku mirov zehmetî nejî. Beriya ku nêzî me bibin, em rawestiyan û li ber darekê li bendê man ku traktor derbas bibe. Dema traktor nêz bû, rawestiya. Dest bi axaftinê kirin, di wê kêliyê de minê jî bigota ez ê çend pirsên bersiva wan meraq dikim bipirsim. Lê gerîlayê ciwan ji min bêhtir bilez tevgeriya û got:
-Gelo hûn dizanin ka kî van darên şîn û ter dibire?
Gundî, hesasiyeta gerîla ya li hemberî dar û xwezayê gelek baş dizanin. Beriya niha jî bûm şahidê vê yekê; dema ku gerîla yekser vê pirsê dikin, tirsek biçûk bi gundiyan re çêdibû. Lê di van herdu xortan de tirs nebû, berovajî gelek xwînsar bûn.
-Gotin, “Em darê hişk berhev dikin. Em darê ter û kesk nabirin. Em hesasiyeta we ya li hemberî xweza û daran dizanin. Ev der xwezayên me û çiyayên me ne jî.”
Piştre bêdeng bûn. Lê diyar bû jidil axivîn. Ajokarê traktorê, ji bo ku nîşan bide ku netirsiye li pênûs û kaxiza di destê min de dinihêrî û dibişirî. Piştî ku çavê me li hev ket, min dest bi pirsîna pirsên xwe kir:
– Tu dikarî bi rehetî biçî nav rez, bax û zeviyên xwe?
- "Wele, hûn jî dizanin gelek caran destûr nadin me." Bi Kurdiya Behdînî digot , "Tu fehm dike ji xwe" û wiha dewam kir.
-“PDK’ê destûr nade. Dema em tên vir divê em mirina xwe bigirin berçavan û bi vê berpirsyariyê werin. Destûrê nadin ku em sotemeniyê jî bikirin. Em nikarin mazotê an jî benzînê bikirin. Difikirin ku em ê sotemeniyê ji gerîla re bibin. Heke em hinekî zêde sotemenî bikirin, yekser asayîş me hişyar dike. Gundê me di vê mijarê de bi PDK'ê re di nava şer de ye. Dema em sotemenî dikirin, me gilî dikin.
- Li vê derdorê gund tune ne?
- "Gundê me .... Dûr e, ji ber vê yekê em bi traktorekê hatin."
Piştre di rê de çîroka me û dara guhîjê dest pê dike. Yek ji fêkiyên bijare yên gerîla jê hez dike ye. Mirov nizane dê kengî derkeve pêşberî wan. Ciwanê kurye çû binê darê û guhîj kom kir û yekser hat cem me. Ji bo ku em guhîj bixwin destê me tejî kir. Di nava gerîla de yên ku herî zêde ji surprîzê hez dikin kurye ne; Ew tenê dizanin ku wê rê kengî biqede, di rê de em ê rastî çi bên û em ê li ku bisekinin. Helbet ev jî wan hinekî nagihanî dike. Em bi xwarina guhîjan meşa xwe didomînin. Li pişt çiyayan, me rêgehek ji xwe re diyar kiriye û ber bi cihê xwe ya nû ve diçin. Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji ber vê yekê rêwîtiya ewil a ber bi Herêma Berxwedanê ya Sergelê destpê dike.