Rêveberiya Rojava xebatên xwe yên dîplomatîk zêde kir

Piştî ku dewleta Tirk bi binpêkirina hemû peyman û pîvanên navneteweyî roja 25'ê Nîsanî bombe li Rojava û Şengalê barand, rêveberiya Rojava lez da xebatên xwe yên dîplomatîk ên li Ewropayê.

Nûnera Rêveberiya Rojava ya li Ewropayê Sînem Mûhammed, li paytexta Swêd Stockholmê, di pîrozbahiya 1'ê Gulanê de axivî û helwesta dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê teşhîr kir. Mûhammed ji gle xwest, piştgiriyê bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk li ber xwe didin û destekê bidin gelên Rojava.

Mûhammed ji aliyekî ve bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re rûnişt, li aliyê din jî bi parlamenter û endamên meclîsê yên li Paralmenta Swêdê û Şaredariya Stockholmê wezîfedar in, hevdîtinan dike.

Mûhammed duh li Parlamentê bi wekîlan re rûnişt û danê êvarê jî bi rêveberên Şaredariya Stockholmê û rayedarên Komeleya Piştgiriya Kurdan re hevdîtinek pêk anî. Nûnera Rojava ya Swêdê Stêrk Kardoxî, Serokê rêxistina mafên mirovan a li dijî qirkirinê Kurdocid Watch CHAK Azad Heydarî jî di nava heyeta Rojava de cih girtin.

WÊ PROJEYÊN HEVPAR BÊN AMADEKIRIN

Di civînê de, Midûrên Karên Avahiyan a Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh ku di heman demê de di rêveberiya Komeleya Piştgiriya Kurdan de cih digire, endamên Meclîsa Şaredariyê Ann Marî Engel û Naîle Aras jî amade bûn. Mûhammed bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ên li hemberî sîstema demokratîk a Rojava.

Di civînê de li hev hat kirin, ku komele bi rêxistinên civakî yên sivîl û jinan ên li Rojava re projeyên hevpar amade bike.

BÊDENGIYA EWROPAYÊ CESARETÊ DIDE ERDOGAN

Ann-Margarethe Lîvh piştî civînê ji ANF'ê re axivî û got, "Ji aliyekî ve êrîşên DAIŞ'ê, li aliyê din êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, cihê tirs û fikaran e. Hemû welat û siyasetmedar divê li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin. Yekîtiya Ewropa û piraniya welatên Ewropayê li pêşberî van kiryarên Erdogan bêdeng in. Erdogan ji bo êrîşan, cesaretê ji vê bêdengiyê digire."

Lîvh destnîşan kir, ku ew ê bi rêya projeyên hevpar, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk teşhîr bikin û hîn bêhtir piştgiriyê bidin Rojava.

Sînem Mûhammed jî der barê xebatên xwe yên dîplomatîk de agahî da.

Mûhammed anî ziman, bi pêkhatina Şoreşa Rojava re wan bi gelek welatan re têkiliyên dîplomatîk danîne, ku di nava van de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kanada jî hene. Mûhammed diyar kir, ew hewl didin daxwazên gelên Rojava ji welatan û gelan re ragihînin.

Mûhammed ragihand, ew gihîştine asteke ku xebateke bi bandor a dîplomatîk bimeşînin û got, "Ne tenê me bi welatan re têkilî danîn, di heman demê de me dostanî û desteka gelan û rêxistinên civakî yên sivîl girt. Ji destpêkê ve bi biryardarî me qala sîstema xwe ya li Rojava û armancên xwe kir. Gel û welatên cîhanê me fêhm dikin û destekê didin. Piştî êrîşên terorê yên DAIŞ'ê li Ewropayê hate kirin, em hîn bêhtir hatin fêhmkirin bê ji bo çi û li dijî kê têdikoşin."

'EWROPA DURÛTIYÊ DIKE'

Sînem Mûhammed diyar kir, tevî ku ew xebateke serketî ya dîplomatîk dimeşînin jî, vê têr nabînin û ji ber vê yekê hîn bêhtir giraniyê didin ser xebatên rêxistinbûnê.

Mûhammed welatên Ewropayê rexne kir, ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, helwesteke zelal li dijî Tirkiyeyê nîşan nedan.

Mûhammed anî ziman, hê hêza dewleta Tirk heye ku zextê li welatên Ewropayê bike û got, "Ewropa durûtiyê dike. Ji aliyekî ve dibêjin ew destekê didin me, lê di heman demê de hewl dide qenalên me yên televîzyonê bigire. Ev yek li dijî nirxên bingehîn ên demokratîk e ku Ewropa wan diparêze. Her wiha li dijî azadiya xweîfadekirinê ye. Nepêkane ku em vê qebûl bikin." Mûhammed destnîşan kir, ku ew ê nehêlin dengê gelên Rojava bê birîn.